Hîkmeta şewitîna çav a ji ber pîvazan hat kifşkirin
Zanyar di encama lêkolînên ku dikin de bi ser hîkmeta şewitîna çav a ku ji ber pîvazên hişk çêdibe ve bûn.
Li gor encama lêkolîna ku li Clevelenda bajêra Amerîkayê ji teref Zanîngeha Case Western Reserveyê ve hatiye kirin, pîvazên hişk li dijî mîkrop û kezikan mekanîzmaya parastinê ya biyokîmyasal dixe dewrê û enzîmek dide avzêkirin. Ev enzîmên ku hatine avzêkirin wan sulfîdên di pîvaza hişk de parçe dikin û van sulfîdan dikin sulfuroksît.
Ev silfîdên ku şiklê silfuroksîtê digre li ser xwe, di demeke kin de di hewayê de wek xazê belav dibe , dema ku ev xaz digihije çavan dibe asîdeke ku çavan dişewitîne. Di encama van bûyeran de qanalên ku di çav de ne dixitimin.
Lê li gor pisporan dema ku pîvaz tê hûrkirin rasterast pêkhatiyeke kîmyewî nabe sedema şewitîna çavan. Ji ber ku ew xaz bi rondikên çavan re dikeve reaksiyonê asîdê sulfurîk pêk tê.
Di encama pêkhatina asîda sulfurîk de çav tahrîş dibin, ji ber vê yekê çav ji bo ku xwe biparêze û xwe ji tiştên biyanî paqij bike rondikan dibarîne.(ÎLKHA)