• DOLAR 32.372
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.481
  • ...
Ger heq, hiqûq û edalet hebana ew ê lawê min19 salan di girtîgehê de nehatibana girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûrî Aslanê ku di sala 1999an de li Entabê ji teref polêsên ku endamên FETO ne ve hat binçavkirin û bi rojan îşkence lê hat kirin dîsa bi heman awayî ji teref mehkemeya ku endamên wê ji endamên FETO pêk tên  ve hat girtin. Dû re jî bi rêzê surginî girtîgehên li Sîlîfkeya Mêrsînê, Edene û Kandiraya Kocaeliyê  hat kirin. Arslanê ku bi şikleke bêhiqûqû û bêedalet jê re cezaya hepsê hat dayîn ev 18 sal e ku di gortîgehê de belesebeb tê girtin.

Di wan salên 1990 û 2000an de li fermana Mislimanan hatibû rakirin û gelek Mislimanan di vê fermanê de hatin şehîdkirin û gelek ji wan jî hatin binçavkirin, bi rojan li wan îşkence hat kirin û bi salan di girtîgehan de tên girtin. Ji van Mislimanên ku hatine mexdûrkirin yek jî Nûrî Arslan e. Dê û bavê Nûrî Arslanê ku ev 18 salan di girtîgehê de tê girtin qala wê mexdûriyeta xwe  ji ÎLKHAyê re vegot.

"Ev 19 sal e ku lawê min di girtîgehê de ye"

Bav Murat Arslan derheqê lawê xwe de diyar kir lawê wî berî vê 18 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî  hatiye girtin û wê çaxê li gor hiqûqê hereket nehatiye kirin û edalet tunebû. Bav Murat dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev dewlet gelo dewleta hiqûq û edaletê ye? Lawê min ev bi salan e ku di girtîgehê de ye. Kes nabêjie sûcê vî zilamî çi ye? Ma lawê min zilam kuştiye, çima ev qas salan di girtîgehê de tê girtin? Ez tenê ji ber vê yekê mehzûn dibim. Ez sûcê lawê xwe zanibim xemê naxwimç Ev 19 sal e ku lawê min di girtîgehê de ye. Dema ku lawê min ket hundit zarokên wî hûr bûn. 5 lawên wî hene tev jî biçûk in. Niha tev mezin bûne û hinek ji wan jî zewicîne."

 "Ger heq, hiqûq û edalet hebanan lawê min 19 salan belesebeb di girtîgehê de nedihat girtin"

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî û ew endamên FETO yên ku ceza dane wî di heman girtîgehê de ne ku ev yek jî jê re ecêb tê. Arslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kesê ceza da lawê min FETOyîst e, lê niha lawê min bi FETOyîstan re di heman girtîgehê de ye. Ev yek çawa dikare bê îzahkirin. Ka hiqûq û edaleta vê dewletê li kû ye? Li vê dewletê heq û edalet tûneye. Ger heq, hiqûq û edalet hebanan lawê min 19 salan belesebeb di girtîgehê de nedihat girtin. Carek be jî dosya lawê min venekirin û lê nenihêrtin. Bila dosya lawê min binêrin ka sûcê wî çi ye. Wê heyamê min lawê min ji teref 'eskerên FETO ' hat hedefgirtin û hat cezakirin."

Di wê heyamê de ji rexekî ve PKK û ji rexê din ve jî FETO Û JÎTEM hebû. Wê heyamê tevlîhevî hebû ûTirkiye hatibû asta xerabûnê. Ji rexekî ve dewleta kûrû tarî û ji rexê din ve jî FETO zilmê li însanan dikirin. Her roj însan dihatin qetilkirin. Sûcê lawê min çiye ez jî nizanim. EM Misliman in û em ji bo nimêjê diçin mizgeftê. Lawê min jî dihat camiyê û nimêj dikir û li malê jî Qur'ana xwe dixwand û diçû karê xwe . Jixwe wî ji cihê îşê wî birin. Wê çaxê di ser malan de digirtin û wan dibirin."

Bav Arslan di dawiya axavtina xwe de bang li Serokkomar Erdogan kir da ku edaletê tesîs bike.

 "Lawê min di girtîgehê de kal bû"

Xatûn Arslana ku diya Nûrî Arslan e jî derheqê mexdûriyeta lawê xwe de diyar kir lawê wê di girtîgehê de kal bûye, qet nebe bila rêya darizandina ji nû ve bê vekirin. Dê Xatûn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Hemû kesî serbest berdan. Lawê min jî hêj di girtîgehê de ye. Ew kesên ku ji 20 kesî û zêdetir kesan kuştiye hatin berdan. Lê edalet tuneye. Ger edalet hebana lawê min bi salan belesebeb di girtîgehê de nedihat girtin. Vaye bû 20 sal, lawê min çend caran ji qelbê xwe ameliyat bû. Lawê min di girtîgehê de kal bû. Kezaba me dişewite. Ma ev edalet e, qet edalet bi van re tuneye? Ma ne guneh e? Em û malbata wî perîşan in.Êdî bes e, sebra me nema. Ma em ne Milsiman in? Karê Mislimanan me wisa dibe?"

Sadiq Arslanê ku lawê herî mezin ê Nûrî Arslan e jî derheqê belesebeb girtîbûna bavê xwe de diyar kir ji ber ku ew hakim û dozgerên ku bavê wî girtine ketine girtîgehê divê cezaya bavê wî bê betalkirin.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir