Li Agiriyê 50 kîlo eroîn hat bidestxistin
Di TIReke ku ji Îranê dihat û diçû Fransayê de 50 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Agiriyê ve hatiye dayîn da hat ragihandin di bergeha xebatên ku ji teref yekîneyên Midûrtiya Hermê ya Ticaret û Gumrukê ya Gurbulakê ve hatin kirin de di 24ê Tebaxê di derdora seat 23.40an de TIReke ku ji Îranê dihat û diçû Fransayê hat sekinandin. Di TIRê de tev de 50 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)