Weqfa Yetîman ji 120zarokên yetîm re alîkariya cil û bergan kir
Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye û bi xebatên xwe yên alîkariyê tê nasîn li Diyarbekirê ji 120zarokên yetîm re alîkariya cil û bergan kir.
Ji ber ku Eyda Qurban nêzbûye li Diyarbekitê merivekî xêrxwaz ji Weqfa Yetîman re bexşê kir û cilan li 120 zarokên yetîm û sêwî kir.
Vedat Bîlgeyê Temsîlkarê Rezan û Endamê Komîsyona Weqfa Yetîman e derheqê xebata alîkariyê ya ku hatiye kiri n de agahiyan da. Bîlge destnîşan kir ew ji 120 zarokan alîkariya cil û bergan kirine û ew ji xwe re kirine armanc ku ji 700 zarokan re alîkariyê bikin. Bîlge dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "
"Ger yetîm bikenin ew ê temamê dinyayê bikene"
Bîlge ji bo ku ew karibin bigihijin armanc û hedefên xwe divê kesên xêrxwaz gelek zêde hesas bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em di vê eydê de dixwazin ji 700 zarokên yetîm re alîkariya cil û bergan dikin. Lê belê ji ber bêderfetî û bêîmkaniyan me bi wesîleya xêrxwazekî encax ji 120 kesên yetîm re alîkarî kir. Me dixwast gelek yetîmên din jî kêfxweş û bextewar bikin. Divê kesên xêrxwaz di vî warî de gelek zêde hesas bin û em ji wan re banga alîkariyê dikin."
Aysel Yildirim û Fatma Dogruya ku diya zarokên yetîm in ji Weqfa Yetîman re teşekur kir û got ku weqf li zarokên wan xwedî derdikeve û gelek feydeya wan li zarokên wan heye û her tim destekê didin wan.
Zarokên yetîm ên bi navê Gulcan Yontem, Tugba Gulden Ahmet Gulden û Muhammed Dogru jî derheqê alîkariya ku ji wan re hatiye kirin de destnîşan kirin Xweda ji wan razî be, em ji ber alîkariya ku hatiye kirin kêfxweş in.(ÎLKHA)