• DOLAR 32.602
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2497.565
  • ...
 "Her cara ku li derî tê xistin em dibêjin diya me hat û em derî vedikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên Çîçek Çapata ku di qezaya traktorê ya li Sakaryayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan  rojên zor û zehmet derbas dikin. Zarokên ku emrê wan di anvbera 7 û 15 salî de ne  her cara ku li deriya mala wan tê lêxistin bi hêviya ku diya wan vegere malê bazdidin  ber derî û derî vedikin.

Îbrahîm Çapatê ku di qezayê de xanima xwe Çîçek winda kir û qîza wî Songul û lawê wî Bawer birîndar bûn derheqê êş û elemên zêç û zarokên xwe de ji ÎLKHAyê re axivî.

 "Xanim û zarokên min ji bo feyde bidin debara malê çûn berhevkirina findiqan"

Îbrahîm Çapa diyar kir xanim û zarokên wî ji bo feyde bidin debara malê ev cara ewil e ku  diçin berhevkirina findiqan û ew hêj di bin tesîra vê facîayê de ne. Çapa dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Berî vê 15 rojan xanim û zarokên min ji bo berhevkirina findiqan çûn. Ez jî di înşaatê de dixebitim, xaniyê me kirê ye û pere ku ez distînim tê re me nake. Xanima min ji bo ji min re bibe alîkar û zarok jî ji bo mesrefên xwe yên mektebê derînin ji min re gotin ku  em ê biçin findiqan. Min nedixwast ku biçin. Rojê 30-40 wereqe pere tê ber destê  min, lê belê ez bi vê yekê nikarin li 6 kulfetan û binêrim û heqê kirê bidim. Ji ber vê yekê dixwastin biçin. Ev cara ewil bû ku biçin. Ji min pirs dikirin ka çawa ye?  Karê me yê înşaatê hindik mabû, piştî ku xelas bû re em ê jî çûbana ba wan. Berî ku em biçin ev hewadis qewimî."

Çapat di dawiya axavtina xwe de  karekî ji rayedaran teleb kir û diyar kir ew dema ku li sûretan dinêre xwe nagrî û digrî.

 "Min gelek zêde beriya diya xwe kir"

Xalîse Çapata ku diya wê di qezayê de mir diyar kir ew gelek zêde beriya diya xwe kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez her tim xeyal dikim ku diya min dê were malê. Min gelek zêde jê hez dikir û min  gelek zêde beriya wê kir. Ez bawer nakim ku miribe, bi ya min ew ê hema niha were malê. Ez bi vê xeyalê dijîm."

"Êvaran nikarim razim"

Selma Çapata 7 salî jî diyar kir ew jî gelek zêde beriya diya xwe kiriye destîşan kir  ew nikare êvaran raze û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez êvaran nikarim razim, bawer nakim ew miribe, lewra pir jê hez dikim."

"Diya me ji ber tunebûnê ji bo me çû findiqan"

Kesê bi navê Sedat Çapan jî destnîşan kir ew ji dewletê alîkariyê teleb dikin û wisa li axavtina xwe zêde kir: "Diya me ji ber tunebûnê ji bo me çû findiqan û wefat kir. Em nizanin çi bikn. Me digot em ê biçin ba diya xwe; lê belê cenazeya wê hat.Her cara ku li derî tê xistin em dibêjin diya me hat û em derî vedikin."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir