• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Xwediyên heywanan ên ku ji ber hişkesaliyê reviyan negihaştin miradê xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li heremê xelkê ku heywanan xwedî dike her roja ku derbas dibe li rasta zehmetî, êş û eleman tê. Lê belê ji ber naçariyê xelk ji bo karibe debata xwe û malbata xwe bike hewil didin karên xwe bidomînin. Malbata Aker a ku li Xecîtaya Çinarê ya Diyarbekirê heywanan xwedî dike ji ber ku li gundên wan hişksalî çêbû ji naçarî berê xwe dan deşta li kêleka Çemê Dîcleyê û kona xwe li wê derê danîn; lê li gor beyanata malbatê ew îsal negihaştine mirada xwe.

Nedîm Akarê ku ji ferdên malbatê ferdek e derheqê mijarê de diyar kir ew ji ber hişkesaliyê berê xwe dane vê deştê û gazinan ji bihaya ceh û kayê kir.

Aker di axavtina xwe de diyar kir ew di warê xwedîkirina heywanan de negihaştine mirad xwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " We jî ji ev qas heywanan 3 kîlo şîr derket an derneket. Em kîloya wê bi milyonekê difiroşin û hewil didin debara xwe bikin. Wekî din tu dahata me ya din jî tuneye. We gundê me jî dî, erdên me tev kevir in, em nikarin tiştekî biçînin. Em di seat 06.00ên şeveqê de şiyar dibin û heta 18.00an wan didin çêrandin. Gelek bi zehmet e, lê em ji naçarî dikin, naxwe em ê debara xwe çawa bikin? Kî dixwaze mal û warê xwe heta 4-5 mehan terk bike."

 "Emrê min bûye 80, ger ez ne mecbûr bana ma ez di bin vê germê de li vê derê diman?"

Fuat Akerê ku got ew 80 salî ye diyar kir ew ji bo debara xwe koç kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em feqîr in. Ne erd û ne jî tapûyên me hene û ne jî li bajêr mala me heye. Em debara xwe bes bi xwedîkirina heywanan dikin. Rewşa me di holê de ye.Tiştên me pere nakin. Em ji heywanên xwe rojane 3 kîlo şîr didoşin. Baş e, ma em ê van heywanên xwe çawa xwedî bikin?"

Aker di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li cihên ku lê bi cih dibin di warê tedarikirina pêdiviyên  sereke de zehmetiyan dikşînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  Ji ber ku erm li çolê ne kermêş gelek zêde ne û em ji ber van aciz dibin. Ava me ya vexwarinê tuneye, ger em peyda bikin jî ne bi sihhet e; lê belê em ji naçarî vedixwin. Ger ez mecbûr bana ez di bin vê germê de li vê deştê dimam?"

Kesa bi navê Nurcan Aker jî diyar kir ew 3 malbat bi karê heywanan mijûl dibin, lê ew ji bo çêrandina heywanan nikarin çêrgehan peyde bikin. Aker dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Karê ku her roj ez li vê derê dikim, êm dayîn û dohtina wan e. Her weha ez şivantiyê jî dikim. Şîrê heywanên me hindik e û şîr jî erzan e. Rewşa koçeriyê û rewşa me ya nebaş di holê de ye. Karê xwedîkirina heywanan bi zehmet e. Kîloya kayê bû 50 qirûş."(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir