• DOLAR 32.541
  • EURO 34.9
  • ALTIN 2438.17
  • ...
HUDA PAR: Ji mişkîleyên karkerên zireatê re pêwîst e çareseriyên mayînde bên anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî van çend rojan li Sakaryayê traktora ku karkerên zireatê di nav de bûn qulibî bû û di encama qezayê de 7 karker jiyana xwe ji dest dabûn û 9 kes jî birîndar bûbûn.  HUDA PAR derheqê vê meseleya ku bi qezayê cardin ket rojevê de daxuyaniye da. HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir balan kişand li ser mişkîle û problemên ku karkerên zireatê yên demsalî û destnîşan kir divê hikûmet ji  mişkîleyên karkerên zireatê yên demsalî re  çareseriyên mayînde bîne. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de her wiha derheqê pêwendiyên di navbera Tirkiye-Îranê û rageşiya di navbera Tirkiye-Almanya û derheqê lehiya ku li Sierra Leonê pêk hatiye de jî nirxandin hatin kirin.

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat destnîşankirin divê karkerên zireatê bi şikleke bi ewlehî bo heremên xebatê bên întîqalkirin, divê cihên wan ên strînê û bêhnvedanê li gor şert û mercên însanî bin û divê mafên civakî û heqê van karkeran ji teref dewletê ve bê xistin bin ewlehiyê.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin  mixabin ji ber ku li tevahiya wêlet ji ber ku meseleyên derheqê xebat û kar de bi şikleke dirist û li gor heqaniyetê nayê çareserkirin, mixabin di vir de jî bandora xwe nîşan dide û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: " Şert û mercên xebatê yên yên karkerên zireatê, kêmdayîna heqên wan a li gor keda wan, windabûna heqên ku ji ber valahiya qanûnî derdikevin holê, tunebûna kontrola pêwîst,  mişkîleyên ku ji ber navbeykaran derdikevin holê,  şertên veguhastinê  yên ne bi ewlehî, hawirdora bêhijyen û tiştên hwd. divê bên bidestxistin û bên çareserkirin. Ew ferqa pêşveçûnê û bêedaletiya di warê dahatê de her çiqas bi mişkîleyên îqtîsadî re eleqedar be jî; ew helwest û nêrîna ku dê di van meseleyan de bê nîşandan rasterast tesîrî wan mişkîleyên ku qala wan tê kirin dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin bêtedbîrî mixabin  her sal dibe sedema mirina karkerên zireatê yên demsalî, ji ber vê yekê em bang li hikûmetê dikin, bila ji mişkîleyên karkerên zireatê yên demsalî re çareseriyên mayîndê bîne.

Ji temamê daxuyinê ji kerema xwe re bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir