• DOLAR 32.318
  • EURO 35.121
  • ALTIN 2292.994
  • ...
Li Êlihê çîlekên dawî yên vê salê tên berhevkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêniyên Qebilcewza Êlihê heta van salên dawî hewil didan debara xwe bi hilberîna tutinê bikin, lê belê şênî ev çend salên ku di nav zeviyên xwe de di şûna tutinê de çîlekan datînin û hewil didin debara xwe bi vê rêyê bikin.

Hilberînera bi navê Hakîne Mîntaş derheqê mijarê de diyar kir  ew berî vê çend salan jî wek gundiyan di nav erdên xwe de çîlekan diçandin; lê belê ji ber ku dahata çîlekê baştir e, ew ev çend sal in ku berê xwe dane çandina çîlekan û di vî warî de hilberînê dikin.

"Em di wextên şeveqê de dest bi berhevkirina çîlekan dikin"

Mîntaş diyar kir ew ji ber ku berhevkirina dawî ya salê ya çîlekan dikin bextewar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em li memleketê xwe çîlekan datînin. Em di wextên şeveqê de dest bi berhevkirina çîlekan dikin. Wesayît tên vê derê û em çîlekan difiroşin wan. Em rojana 15-20 qesayan berhev  dikin. Em kîloya wan bi 2-2,5 wereqan difiroşin. Problemeke me tenê heye ku ew jî hişkbûna çîlekan e. Em di vî warî de ji Midûrtiya Bajêr a Ajalvanî, Zîreat û Erzaqê  destekê teleb dikin."

"Exlebe guhdan û berhevkrina çîlekan ji teref pîrekan ve tê kirin"

Mîntaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo hilberîna zêdetir ji dewletê alîkarî û destekê teleb dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Me berê tutin didanî,  ji ber ku ji me re bi zehmet bû, me dev ji tutinê berda. Em pir zêde ji çîlekan hez dikin. Em him dixwin û him jî difiroşin. Çîlek ji bo me gelekî baş e. Exlebe guhdan û berhevkrina çîlekan ji teref pîrekan ve tê kirin. Bes em ji rayedaran dixwazin bila ji me re bibin alîkar.Em bi vê yekê debara xwe dikin"

Kesa bi navê Bahar Basut jî derheqê mijarê de diyar kir ew bi hilberîna çîlekan mesrefên xwe yên mektebê derdixe.(ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir