• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
 "Almanya welat an jî însanekî ku li dijî xwe bisekine naxwaze"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dr. Muhammed Cevad Mahmudî yê ku Serokê Berê yê Navenda  Pêşveçûn û Lêkolînê yê Nifûsa Îranê ye, derheqê siyaseta penabera a YN û YAyê  û helwesta Tirkiyê ya di vê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Mahmûdî di nirxandina ku kir de diyar kir polîtîkaya derve yê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Almanaya aciz dibe  û wiha got: "Almanya welat an jî însanekî ku li dijî wî bisekine naxwaze."

 "Almanya wê hêza însanên xort ên ku ew ê karibe  li gor berjewendiya xwe wanan bi kar bîne dixwaze "

Mahmudî di berdewama axavtina xwe de qala rageşî û geşedanên ku di navbera Tirkiye-Almanyayê de rû  dana kir û dû re wiha got: "Birêz Erdogan bang li Tirkiyeyiyên ku li Almanyayê dijîn kir û  got 'Hûn welatiyên me ne, ev demek dirêj e ku hûn li wê derê dijîn. Hûn berjewendiyên welatên xwe bidin  ber çavên xwe  û raya xwe nedin filan kesî, bidin filan kesî.' Almanya welat an jî însanekî ku wisa li dijî wî bisekine naxwaze."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir