Barzanî ji Çavuşoglu re qalasedemên referandûmê kir
Serokê Kurdistana Iraqê Mesut Barzanî di hevdîtina ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir deqala sedemên referandûmê kir. Barzanî diyar kir gelê Kurdistanê ji Iraqê bê hêvî bûye û ji ber vê yekê biryara referandumê daye.
Serokê Kurdistana Iraqê Mesut Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Pîrmamê hevdîtinek kirin. Di vê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê silavên Serokomar û Serokwezîrê welatê xwe gihande Serok Barzanî.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat ragihandin Çavuşoglu diyar kiriye ku ew êş û elemên ku xelkê Kurdistanê dişkîne baş fêm dikin, lê ew ê referandûm di vê pêvajoyê de bibe sedema mişkîleyan û pêşiya îstîqrara li heremê bigre.
Weke ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê kiriye. Dîsa di daxuyaniyê de hat diyarkirin Barzanî di hevdîtinê de her wiha behsa biryara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kiriye û amaje bi wan sedeman jî kiriye, ku bûne sedem gelê Kurdistanê biryareke wisa bide û ber bi serxwebûnê ve pêngavan bavêje.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Kurdistanê ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin derbarê mijara referandumê de Serok Barzanî di gotûbêjeke zelal û aşkere de behsa wan sedeman kir, ku bûne sedem da ku gelê Kurdistanê biryara referandumê û avêtina pêngavan bo serxwebûnê bide. Serok Barzanî amaje bi dîroka tijî êş û karesat a gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê kir û tekez kir, ku zêdebarî zulm û Enfal û cenosîdê, gelê Kurdistanê biryar da ku rûpeleke nû veke û piştî sala 2003ê hemû hewlên xwe da, da ku Iraqeke nû li ser bingeha şirîkatî û destûr û rêkevtinê were damezrandin, lê belê şirîkatî û destûr û rêkevtin hatin binpêkirin û herî dawî gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bê hêvî bû û naxwaze bi ti şêweyekê ezmûnên tal ên berê dubare bike û gelê Kurdistanê jî berpirs nebûye ji vê rewşa ku niha hatiye holê, belku siyaset û şaşiyên hikûmeta Iraqê sedem in.