• DOLAR 32.525
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2421.415
  • ...
Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn van pêlan li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin ku ev konser û mihrîcan li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in  derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin, bereks divê bi veberhînanê bê xerc û mesrefkirin.

Rojnameger-Nivîskar Hamza Mercanogluyê ku derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên destnîşan kir ew mihrîcanên ku bo kêfê tên kirin tiştekî baş nînin, divê ev cûr bername li gor bawerî, çand, orf û kevneşopiya xelkê lihevhatî be û li gor wan be. Mercanoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi şiklekek nîvtazî konser tên dayîn, ev yek nebaş û ne dirist e. Bi rastî jî ev konserên ku li gelek derên Tirkiyê tên dayîn  û mihrîcanên ku tên tertîpkirin li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne ku ev yek jî bi destên şaredariyan tên kirin.

Çend welatî jî bertekên xwe wisa nîşan dan:

Mistefa Ademoglu: "Çima ev qas mesref tê kirin, bila ev pere ji feqîran re bê dayîn."

Ahmet Zulfu Bariş: " Di pêvajoyeke ku tê de gelek mişkîle rû dane de ji organîzasyonên wisa re hewce tuneye."

Mehmet Yilmaz: "Mişkîle û problemên hilberînerên fistiqan nayênin zimên."

Mehmet Polar: " Bi van organîzasyonên ku tê tertîpkirin û bi van hûnermendan tu maneya nasandina fistiqan tuneye."

Halîs Kiliç "Ev bernameyên jin û mêr tevlîhev dibin sedema xerabûna exlaqê."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir