• DOLAR 32.649
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2496.273
  • ...
Berdevkê Karên Derve yê Îranê: Ew ziyareta Bakirî ya ku li Enqerê kir ziyareteke erênî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Behram Qasimiyê Berdevkê Karên Derve yê Îranê derheqê ziyareta ku ji tere Serokê Sererkaniyê yê Îranê Tumgeneral Muhammed Bakirî ve li Tirkiyê hat kirin de destnîşan kir ziyareta ku hatiye kirin  bêhempa û erênî bû.

Qasimî diyar kir ev ziyareta serkeftî bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev ziyaret çawa ku di saziyên çapemeniyê de wek ziyareteke serkeftî hatibe nîşandan heqîqeten jî wisa bû. Li gor ku rayedar dibêjin ev hevkariya ku hatiye kirin di van pêlên dawî de hevkariya bêhempa û erênî a di navbera Îran û Tirkiyê de ye.Em hêvî dikin ev îstîşare li Tahranê berdewam bikin û her wiha em hêvî dikin ev hevdîtin ji bo heremê bibe wesîleya aştî û îstîqrarê."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir