• DOLAR 32.562
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2433.886
  • ...
 "Em ê tu car li dijî zilmê bêdeng nemînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn ew ê ji teref Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve bo bal bên kişandin li ser zilmên ku ji teref siyonîstan ve li Filistiniyan tê kirin tûra bisikletê hatibana tertîpkirin. Lê belê  ji tûra bisikletê ya bi navê 'Ji bo Qudsê Rê Vekiriye' ya ku dê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê ve  hatibana tertîpkirin re  ji teref Walîtiya Stenbolê ve destûr  nehatibû dayîn û tûra bisikletê hatibû astengkirin. 

Piştî ku tûra duçerxê ya ku dihat xwestin ji teref Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve bê tertîpkirin ji teref Walîtiya Stenbolê ve hat astengkirin re çalakiya bisikletê ji teref Serokê Bajêr ê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk ve hat tertîpkirin.

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û Serokê Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Adem Aksu digel hev heta ber konsolxaneya siyonîstan a Levendê pedal zivîrandin. Elîbuyuk û Aksu li ber konsulxanê ji teref girseyeke qelebalix hatin pêşîwazîkirin.
Endamên HUDA PARê yên ku li ber konsulxaneyê li hev kom bûbûn dirûşmeyan avêtin û tekbîran anîn.

Erdal Elîbuyukê ku li ber konsulxaneyê axavtinek kir, ji qedexe û astengkirina walîtiyê re bertek nîşan da û destîşan kir ew li gelek bajarên din jî vê bernamê tertîp kirine û hinek bernameyên wan hatine astengkirin.

Serokê Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Adem Aksu jî ew bi vê çalakiyên li dar dixin kirine armanc ku destekê bidin Filistîniyan û siyonîstan jî tel'în bikin. Aksu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wek şaxê ciwanan tu carî dê li dijî zilmê bêdeng nemînin. Em ê her tim bi wan birayên xwe yên ku xwediyê esil ên Quds û Filistînê ne bin û em ê ji wan re bibin destek."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir