• DOLAR 32.51
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2432.642
  • ...
Kelha Bidlîsê li benda vekirinê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 13 salan ango di sala 2004an de li Kelha Bidlîsê ya dîrokî ji teref  Zanîngeha Pamukkaleyê ve hatin destpêkirin û dû re ev xebat  ji teref Zanîngeha Wanê ve hatin domandin. Kelha Bidlîsê ya ku ev 13 sal e girtî ye di her sê salên dawî de qet xebatên kolanê lê nayê kirin. Yrd. Doç. Dr. Gulsen Başa ku  ku di warê dîroka hûnerê de akademîsyen e û ji xebatên li Kelha Bidlîsê re serokatiyê dike, di daxuyaniya ku derheqê   mijarê dabû de destnîşan kiribû biya wan ew ê xebatên li kelhê dê nêzî 40 salan berdewam bikin.

Mîkaîl Guzelkayayê Serokê Lijneya Birêveberiya Komeleya Hûner û Çand ê Bidlîsê  derheqê kelha ku hatiye girtin de destnîşan kir pêwîst e ku ew kelha ku hatiye girtin demildest bê vekirin.

 "Restorasyona Kelha Bidlîsê divê demildest bê xelaskirin"

Guzelkaya di axavtina xwe de diyar kir ew ê nesleke din jî Kelha Bidlîsê nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  ew ê xebat 25 salên din jî berdewam bikin. Ev 3 sal e ku li vê derê  xebat hatine sekinandin û nayên kirin. Ger di van 3 salan de tiştek nehatibe kirin, wisa xuya dike ku ew ê xebat di 25 salan de xelas nebin. Em ji rayedaran teleb dikin bila dest bavêjin vî karî. Bila xebatan ji nêz ve taqîb bikin. Bila rayedar werin halê Kelha Bidlîsê bi çavên xwe bibînin. Ez wek serokê STKyekî ji Wezareta me ya Çandê rîca dikim. Bila restorasyona Kelha Bidlîsê demildest bê xelaskirin û bo xelkê heremê û turîzmê bê vekrin.

Guzelkaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kelha Bidlîsê xwediyê dîrokeke heft hezar salane ye û wiha got: "Ji bo ev dîroka heft hezar salane ji bin axê bê derxistin û ji bo Bidlîs bi şikleke baş li dinyayê bê nasandin divê rayedarên me li ser vê meselê bisekinin."(ÎLKHA



















Bu haberler de ilginizi çekebilir