• DOLAR 32.564
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2426.442
  • ...
Li Êlihê bi hezaran zarokên ku hînî nimêjê bûn meş li dar xistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî çendakî meha  tebaxê ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve bi dirûşmeya 'Hayat bi Nimêjê Xweş e' wek meha nimêjê hat îlankirin. Bi hezaran qîz û lawên ku li Êlihê di çarçoveya perwerdehiya ku ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve hat dayîn de hînî nimêjê bûn  ji bo balan bikşînin li ser ehemiyeta nimêjê meş li dar xistin.

Di dema meşê de bi sedan zarokên qîz û law, pankartên ku li ser wan "Nimêj Mifteya Temaqê Qenciyane", "Ez Bi Nimêjê Mezin Dibim û Diçim Cennetê", "Roniya Çavê Min Nimêj" hatin vekirin û dirûşmeya "Nimjê Sitûna Dîn e" avêtin.

Di dema meşê de hat dîtin xelkê derdorê yên ku zarokan didîtin wanan pir ecibandin û helwesta zarokan a derheqê nimêjê de teqdîr kirin.

M. Elî Şîmşekê Koordînatorê Herema Êlihê yê Platforma Nesla Qur'anê derheqê mijarê de diyar kir ew xwestine îsal bi bernameya 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' qewîtir bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di vê çarçoveyê de me bernameyeke 15 rojane terîtp kir. Me li Êlihê ji hezar û pênsed qîz û ji hezar û pênsed zarokên law re nimêjê jîn kir.  Me dia û ayetên ku dê li ser nimêjê bên xwendin bi wan da jiberkirin. Di vê çarçovê de me meşek li dar xist. Ev meş ji bo kar û xebatên ku hatine kirin bên dîtin baş çêbû."

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew di nava hewildanekê de da nesleke ku ji bo welat û civakê bi feyde be bên perwerdekirin. Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Rebbê min van xebatan bike wesîleya xêran. Xweda ji wan kesên ku keda wan di vê yekê de heye  razî be. Ger fedakerî tunebe serkeftin tuneye."(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir