• DOLAR 32.559
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2435.049
  • ...
Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an  de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin serî li Mehkemeya Îdarî ya Diyarbekirê da û bi hinceya ku di van êrîşan de îhmala walîtiyê heye ji  Walîtiya Diyarbekirê gilîdar bû û lê doza tazmînatê vekir.

Di serîlêdanê de hat diyarkirin di warê astengkirina êrîşan û mudaxelekirina êrîşan de îhmala ewlehiyê heye.

Murat Sadakê ku Parêzerê Dozê ye derheqê serîlêdana ku hatiye kirin de daxuyanî da diyar kir a muhîm ne tazmînat, bereks di warê maddî de cezakirina kesên mesûl e.

Sadak diyar kir di wan bûyerên ku HDP/PKKyiyan derxistine de îhmalê cîddî yên ewlehiyê gelek zêde hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê îhmalê di warê cezayê kesên mesûl qet derneketin pêşiya darazê; qet nebe dibe ku bi vê tazmînatê bên cezakirin."

Sadak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  ne tenê ji bo Yasîn Boru ji bo temamê şehîdan serîlêdan kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me daxwaznameya xwe ya tazmînatê da ku ew jî teqrîben 28 hezar lîre ye. Ji bilî vê tu teleba me nehat qebûlkirin.Ji ber vê yekê me jî ji bo her malbatekê jî doza tazmînata ya nêzî 2 milyon nîv TL vekir."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir