• DOLAR 32.537
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2434.22
  • ...
 "Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Ûmudê ya ku her sal bi xebatên ku dike ji bi deh hezaran kesên feqîr, jar û êtîm re alîkariyê belav dike xebatên xwe yên îsal ên qurbanê bi dirûşmeya 'Bila Qurbana We Bibe Hêvî' dan destpêkirin. Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê di daxuyaniye ku derheqê mijarê da de destnîşan kir  nêzî 5 hezar kesên feqîr û mixtac li weqfa wan qeyda wan hene û hedefa wan a îsal ji 2 hezar malbatî re belavkirina goştê qurbanan e.

"Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin"

Ozarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir heqê qurbanên îsal 800 TL ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  "Em wek Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên îsal bi temaya ''Bila Qurbana We Bibe Hêvî' da destpêkirin. Me xebat û amadehiyên xwe ji bo Eyda Qurbanê da destpêkirin. Xweda nesîb bike em ê bi van xebatên xwe bikin dê ji kesên feqîr û mixtac re goşt belav bikin.Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin.  Ji salê carekê be jî em dixwazin ku ew kesên feqîr û jar tehma goşt binêrin. Me ji xwe re kiriye hedef ku îsal tev de ji 2 hezar malbatên feqîr û jar re goşt belav bikin. Em li benda alîkariya xêrxwazan in."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir