• DOLAR 32.355
  • EURO 35.633
  • ALTIN 2323.136
  • ...
Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke tê zanîn berî vê çend rojan li Freetowna Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê gelek baran bariye û lehî rabû. Ji ber lehiya rabû ji çiyayan ax hat xwarê û gelek mal di bin axê û avê de man. Ji ber lehiya ku rabû li gor daneyan heta niha 400 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 600 kesî jî winda bûne.

Serokê Şaredariya Freetownê Sam Gîbson di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir niha 270 cesed ji bo bi şikleke girseyî bên definkirin di mirîxaneyan de tên sekinandin û bi tevahî heta niha 400 cesed hatine dîtin. Her wiha rayedarên xaça sor jî diyar kirin 600 kes winda bûneû xeber ji wan nayê standin. Ji bilî vê Wezîrê Karên Sîerra Lenoyê jî diyar kir tê endîşekirin ku hejmara miriyan hezar kesî derbas bike.

Serokkomarê Sîerra Leonê Ernest Baî Koroma jî di daxuyaniya ku derheqê mijarê da de diyar kir axa ku hatiye xwarê wan eciqandiye  û kesên ku li wê heremê ne mirine. Ji ber vê yekê Serokkomar banga alîkariya lezgîn kiribû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir