Li axên pîroz 31 kes jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin 31 kesên ku ji bo farizaya hecê bi cî bînin çûbûn axên pîroz jiyana xwe ji dest dan.
Li gor xebera ku di SPAya ajansa fermî ya xeberan a Erebistana Siûd de hatiye weşandin 31 kesên ku bo farizaya hecê bi cî bînin çûbûn axên pîroz jiyana xwe ji dest dan.
Di xeberê de hat ragihandin kesên ku wefat kirine ji derve hatine. Di xeberê de nehat eşkerekirin ka ev kes çima wefat kirine.(ÎLKHA)