• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li camiya gundê Zivingê ya bi ser navçeya Kerboranê ve ye bi salan e dersa Qurana Kerîm û ilmên Îslamî tê de tên dayin. Nêzî 200 xwendekarê keç û kur kêfxweşî û bextewariya hîn bûna xwendina Quranê dijîn.

Ji mamosteyê qursê Huseyîn Ozdemîr, îfade kir ku ji xwe re hedîsa Hz. Mûhemmed (s.x.l) a ku divê "Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixweyne û hînî xwendinê dike" kiriye distûr û bi salan e perwerdeya Îslamî û dersa Quranê didin zarokê gund.

Ozdemîr, derbarê mijarê de wiha li axavtina xwe zêde kir: "Eger em dixwazin li ba Xwedê bi qîmet bin divê em Quranê hîn bibin û pêwiste em zarokên xwe jî hînî Quranê bikin. Weke çawa em li perwerdeya wan a mektebê miqatenin divê em bi heman awayî hetta bêhtir li perwerdeya Quranê ya zarokênxwe jî miqatebin. Lewra em herkes ji zarokên xwe mesûlin. Xwedayê Teala muheqeq wê hesabê zarokan ji me bipirse."

Ji xwendekarên beşdarî qursê bûnin Abdûrrakîp Ozdemîr, Cebraîl Verîm û Ersîn Arslan jî, ji ber ku ew hatine mizgeftê û dînê xwe 'elimîn in gelekî kêfxweş û bextewarin û tewsiye li hevsalên xwe jî kir ku ew jî herin camî û mizgeftan û dînê xwe hîm bibin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir