• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Ev ava bi şîfa li bajarekî din yê Anadolê bana wê her îmkan jê re amade kiribana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştecîhên gund û kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê ji bo şîfayê bibîne tên ser ava xwezayî ya madenî, dixwazin li der û dora çavkaniya vê avê tesîs werin ava kirin.

Ziyaretvanan talep kirin ku her sal di demsala havînê de ji dêleva bereqe û holikên ji teref ehlê gund ve tên saz kirin, divê ji teref dewletê ve tesîs lê werin înşa kirin. Lewra pêwiste av li wê derê were vexwarin, dema ku şûşe tên dagirtin û roj bi ser de derbas dibin wê taybetmendiya xwe ya şîfayê wunda dike.

Ji ziyaretvanan hat beyankirin ku diktor jî, ji bo şîfayê ava madenî tewsiye dikin û destnîşan kirin ku xelkê herêmê jî bawer dikin ev çavkanikya avê dibe wesîla şîfayê.

Cevahîr Arinecakê ziyaretvan, derbarê çavkaniya ava xwezayî ya madenî de wiha peyivî: "Ez li gelek herêmên Tirkiyeyê li çavkaniyên avê bi şîfa geriyame. Feqet min wek vê ava Sasonê bi tesîr av nedîtiye. Em ji memleketekî cûda hatine, cîhê ku em lê bimînin û lê rakevin tune ye. Em di binê siya daran de radikevin. Li vê derê heywanên bi jehrî ê weka mahr û dupişkan heye."

"Xwe gihandina vê derê ji ber rêyên xerabe gelekî zehmet e"

Hamît Yavûzê ku destnîşan kir ev av gelekî bi feyde ye wiha li axavtina xwe zêde kir: "Feqîr û nexweş tên heta vê derê feqet cîhê ku lê bimînin û rakevin tune ye. Tu xizmet lê nehatiye kirin. Xwegihandina vê derê gelekî zor e û rê jî tevek xerabe ne. Ev xelkê vî herêmê ne, em dixwazin li vê derê tesîsek bê ava kirin. Ji bo nexweş ên ku tên ser avê bi hêsanî û dilekî rehet li vir bimînin û lê rakevin. Em dixwazin ji avêvexwun û hetta lê pîknîk bikin. Em rêya 5 deqeyan bi qasî nîv saetê bi zor gihaştin vir. Gelo ji ber ku ev der cihê feqîran e xizmet lê nayê kirin? Heger li vê derê rêyek hatibaya çêkirin wê xelkê me jê gelekî feyde stendibana."

"Min weka vê avê bi tesîr av nedîtiye"

Medenî Bahşî yê ku behs kir ew ji gurçika xwe nexweş e û li ser tewsiyeyan hatiye vê derê avê vexwe wiha got: "Ez çûm ser gelek çavkaniyên avê, feqet min weka vê avê bi tesîr û qenc nedîtiye. Rêya wê tune ye, gelek însan dixwazin bên vê derê feqet ji ber pirsgirêka rê nikarin werin. Heger ev çavkaniya avê ne li Rojhilatê başûr baya, li bajarekî din yê Anadolê baya niha hemû îmkan li wir hatibaya civandin. Ji ber ku li vî memleketê bê xweyî de ye ji lewma tu xizmetek lê nahatiye-nayê kirin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir