• DOLAR 32.604
  • EURO 34.731
  • ALTIN 2518.901
  • ...
"Em wê muameleya keyfî ya ku liŞapataniyan hatiye kirin bi tundî şermezar dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li tîmên polêsên taybet ên ku ji Gever û Şemzînanê hatibûn di ser gundê Şapatanê de girtibûn. Di serdegirtina ku hatibû kirin de deriyên malên gundiyan hatibûn şikandin, sihêf li gundiyan hatibû kirin û gundî hatibûn derbkirin.

Ji ber vê tundî û muameleya keyfî ya polêsên taybet ji teref Serokatiya  Mafên Însanî û Karên Hiqûqê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat belavkirin de derheqê mijarê de ew  tundî û muameleya keyfî ya ku ji teref polêsan ve li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî hat şermezarkirin û bang li rayedaran hat kirin da ku kesên fail bên dîtin û werin cezakirin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de her wiha hat diyarkirin piştî ku bi bûyerê hatiye hisîn re lijneya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye amadekirin bi maxdûr û şahidên bûyerê re hevdîtin kirine.

 "Li gor beyanetên gundiyan îşkence li wan hatiye kirin"

Di berdewama daxuyaniyê de qala bûyera kuştina polêsekî hat kirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: "Piştî ku ev bûyer qewimî re di 06.08.2017an de di seat 07.00an de polêsên ku ji Şemzînan û Geverê hatibûn anîn di ser gundê Şapatanê de girtine, deriyên malan şikandine, qet li mahremiyetê nenihêrtine, sihêfan li gundiyan kirine û wanan derb kirine. Hinek pîrekên ku xwestine têkevin navberê jî ji teref polêsan ve hatine derbkirin. HInek gundî jî di xew de li rasta êrîşa polêsan hatine. Mela û mixtarê gund jî di nav de temamê mêrên gund li ba camiyê kom kirine û ji wan re gotine "Hûn ji van re dibin alîkar, hûn ê bibêjin ew bi kû ve çûne.' Dû re jî wanan derb kirine. Ev serdegirtin û gefxwarina ku di seat 07.00ên şeveqê de dest pê kiribû û heta seat 10.00an berdewam kir.  Her wiha qedexeya derketina derve ya ku roja yekşemê li gund hatibû îlankirin roja duşemê hatiye rakirin. Dû re li gor beyanên gundiyan nêzî 36 gundî hatine binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin. Ji van tev de 20 kes piştî ku hatine binçavkirin re nêzî 10 seatan li ewlehiyê hatine girtin û bêyî ku kirariya binçaviyê bê kirin wanan serbest berdane. 16 kesên din jî şevekê di bin binçaviyê de hatine girtin û roja din di derdora seat 17.00an de hatine berdan."

 "Em wê muameleya keyfî ya ku li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin"

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin rayeya polêsan tuneye ku muameleya keyfî û îşkenceyan bikin û dû re wiha gotin: " Divê hikûmet wan hewadîsên miameleyên kirêt û nebaş, îhlalên heqan ên ku her roja ku zêde dibin bi şikleke ciddî lêkolîn bike. Divê ji wan kesên ku sepanên Tirkiyeya kevin îcra dikin re firset neyê dayîn. Divê derheqê wan polêsên ku li xelkê Şapatanê miameleya dere qanûnî kirine de lêkolîn bê destpêkirin, kesên bersûc ji kar bên dûrkirin û werin darizandin. Em wê muameleya keyfî ya ku li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û ji bo cardin bûyer û hewadîsên mîna vê neqewimin em bang li rayedaran dikin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir