• DOLAR 32.451
  • EURO 34.507
  • ALTIN 2467.74
  • ...
"Genimên me di destê me de man"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref  Wezîrê Ajaldarî Çandinî û Xwarinê ve bihaya tona genim wek 940 TL hat diyarkirin. Piştî ku bihaya tona genim hat diyarkirin re cotkar derheqê mijarê de derd û kûlên xwe anîn zimên û gotin ku  ev bihaya ku hatiye diyarkirin dibe sedema mexdûrbûna wan û ew ji ber vê yekê hêvî dikin ku bihaya tona genim bê zêdekirin.

Li pazara genim a ku li Sûra Diyarbekirê bêdengî hakim e. Lewra bi tonan genim di destên ehlê kar de mane  û cotkar ji ber vê yekê teleb dikin ku rayedar çareyekê ji vê meselê re bibînin.

Ji dikandarên bazara genim Mahsûm Kaya derbarê mijarê  de diyar kir ger dewlet midaxeleyî rewşê neke ew ê cotkar têkevin destên fayizxwaran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em li vê derê dikandariyê dikin, lê belê weke ku hûn jî dibînin ti kes naçe û naye. Genimê ku hatiye tev li erdê ye. Cotkar nikare malê xwe bifiroşe. Dema ku difiroşe esnaf malê dikuje. Ev yek jî ne di destê dikandar e. Dema Ofîsa Mahsûlên Axê genim ji me distîne bi arzanî distîne."

Dikandarê bi navê Musa Kaya û cotkarê bi navê Emîn Yilmaz jî derheqê mijarê de derd, kûl û fikarên xwe anîn zimên û nerazîbûnên xwe nîşan da. Bi heman awayî diyar kirin genimên wan di destên wan de maye û ger wisa here ew ê temamê genimên wan xera bibe û ew ji ber vê yekê dixwazin mexdûriyeta wan ji rastê bê rakirin.(ÎLKHA)

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir