• DOLAR 32.573
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2426.74
  • ...
"Berî ku hinek zarokên din jî bimrin bila tedbîrê bistînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Taxa Kandahara Muradiya Wanê berî vê 2 rojan zaroka 9 salî ya bi navê  Nûr Sena Kurt denga xwe winda kir û ket qanala avê. Kurta ku ket qanala avê li ber xwe da lê di taliyê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku 5 zarok di nav qanala avê de xeniqîn, taxî êdî nema îdare kirin û rabûn ser piyan. Tax ji rayedaran xwestin ku demildest ji bo pêşiya mirinan bê girtin tedbîr bên standin.

Ji ber ku naskiriyên Kurta ku ket qanala avê jê xeber nestandin dest bi lêgerîna wê kirin. Piştî ku ji ser lêgerînê bîskek derbas bû re ceseda Nûr Sena Kurt ji mala 300 dûrahî di nav qanala avê de hat dîtin. Kurta ku ji avê hat derxistin digel temamê midaxeleyan li xestê jiyana xwe ji dest da. Di dema ketina avê û xeniqînê ya Nûr Sena Kurt ji teref kameraya ewlehiyê ve hat qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku Kurt bêhemdî dikeve qanalê û li ber xwe dida da ku ji qanalê derkeve.

" 5 zarok di vê qanalê de xeniqîn"

Mehmet Bozkurtê ku ji şêniyên taxê ye diyar kir ji ber ku li hawirdorê qanala avê tû tedbîr nahatiye standin ev yek ji bo wan dibe sedema xeterayan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev qanala avê ya ku aîdî DSÎyê  ye ji bo me pir bi xetere ye. Heta niha 5 zarokên me li vê derê xeniqîn. Me çendîn caran daxwaznameya xwe da qeymeqamtiya navçê. Dema ku zarokekî/ê me derdikeve derveem diltirs dibin. Ji ber wê yekê em ji dewletê dixwazin bila li derdora vê qanalê tedbîr bê standin."

Şêniyên bi navê Omer Kurt û Îbrahîm Bariş jî derheqê mijarêç de diyar kir ew dema zarokekî/ê wan derdikeve derve ew diltirs û bi fikar dibin. Şênî her wiha ji rayedaran teleb kirin  bila demildest ji bo bê qanalê çareyekê bibînin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir