• DOLAR 32.367
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.236
  • ...
Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara referandumê daye û em ê wê paş naxin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh  li Hewlêrê bi mela û zanayên îslamî yên Kurdistanê re li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê civiya. Barzanî di civînê de diyar kir ku referandûm tenê bo kurdan nîne bo hemû pêkhateyên Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku ji sala 2003an  heta niha herî kêm 55 madeyên Qanûna Esasî ya Iraqê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine binpêkirin, her wiha erebên sunnî û gelê Kurdistanê jî hatine piştguhxistin û got, kurdan gelek hewl dan Iraqê bikin welatekî federal lê pêk nehat. Me gelek caran gotibû ku eger Iraq Qanûna Esasî binpê bike wê çaxê emê nebin beşek ji Iraqê.

"Bila daxwaza paşxistina referandûmê jî nekin"

Mesûd Barzanî, bersiva wan kes û welatên ku dibêjin niha ne dema referandûmê ye jî da û  wiha got: "Wê çaxê bila ew rojekî bo me destnîşan bikin û bêjin me. Madem ti alternatîfa wan nîne wê çaxê bila daxwaza paşxistina referandûmê jî nekin ji ber ku em paş naxin."

"Biryara referandûma serxwebûnê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn"

Barzanî anî ziman ku biryara encamdana referandûmê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bbiryara referandûmê ji aliyê partiyekî yan jî aliyekî ve nehatiye dayîn, biryara referandûma serxwebûnê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn."

"12 hezar xortên feylî û 8 hezar barzanî di serdema rêjîma Beisî de wenda bûn"

Serokê Herêma Kurdistanê behsa komkujî û jenosîda ku Iraqê aniye serê kurdan jî kir û got: "12 hezar xortên feylî û 8 hezar barzanî di serdema rêjîma Beisî de wenda bûn. Piştî ku rêjîma Beisî hilweşiya derket holê ku çekên kîmyayî li ser hinek ji wan feylî û barzaniyan hatine ceribandin."

Barzanî di dawiya axavtina xwe de ji mela û zanayên olî xwast, welatiyan hişyar bikin û referandum û serxwebûna Kurdistanê ji wan re şirove bikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir