• DOLAR 32.562
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2424.38
  • ...
Ji Kerwana Ûmudê banga qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Alîkariya Însanî ya Ûmudê ya ku her sal bi xebatên ku dike ji bi deh hezaran malbatçn feqîr û jar re alîkariyê belav dike  xebatên xwe yên qurbanê di wan rojên borî de bi slogana 'Bila Qurbana We Bibe Ûmud' da destpêkirin.

Ji rayedarên Kerwana Ûmudê M. Alî Işik derheqê mijara de nirxandinan kir. Işik di nirxandina ku kir de diyar kir bedela qurbanê ya îsal 800 TL ye.

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir weke her sal îsal ji bo ku ew ji bo serjêkirinê qurbanan peyda bikin zû dest bi xebatan kirine û ew bi vê wesîlê di navbera feqîr û xêrxwazan de dibin pirek.

Işik bi heman awayî dîyar kir ew bi qurbanên îsal dixwazin kesên feqîr û jar bextewar bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çawa ku me di meha Remezanê de ji bo xizmeta xelkê xwe hewil dabe bi heman awayî di vê eydê de jî bi heman awayî ji bo riza Xwedê ji bo xizmeta xelkê xwe bixebitin. Ji bo vê yekê me xebatên qurbanê da destpêkirin. Em ji vir ji xêrxwazan re bang dikin, werin bila qurbana we ji bo muxtac û feqîran re bibe ûmud. EM bi şiklî amade ne da ku ji bo wan bibin alîkarî."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir