• DOLAR 32.523
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2422.288
  • ...
 "Em ê destek û piştevaniyê bidin temamê hewlên dê feyde bidin aştiya heremê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di civîna çapemeniyê ya heftiyane de bi endamên çepmeniyê re hat bal hev. Qasimî piştî civînê pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

Ji Qasimî pirsa gelo ma ew dewama wê civîna wezîrên îqtîsadê yên Qatar, Tirkiye û Îranê bê yan na wisa bersivand: "  Em ê her tim destekê bidin wan hewildanên welatên ku ji bo hizûr û aştiya heremê  tên bal hev. Dixwazî bila em di nav van hewildanan de bin dixwazin bila em ne di nav de bin, em dixwazin di vî warî de bibin alîkar. Em bibin şahid ku ew ê ev alîkarî dê feyde bidin hizûr û aştiya heremê. Em dixwazin mişkîleyên xelkê heremê çareser bikin û feydê bidin hizûra heremê."

Di berdewama civînê de ji endamekî çapemeniyê derheqê hevdîtinên Astanayê de  pirsek kir. Qasimî derheqê mijarê de diyar kir hevdîtin bi şikleke erênî berdewam dikinû dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hevdîtinên Astanayê ber bi erênîbûnê ve diçin. Hevdîtin tevlîhev in. Meseleya Sûrî meseleyeke kûr e û leystikvanên cuda hene. Digel van cudahî û zehmetiyan di hevdîtinên Astanayê de pêşveçûn çêbûn. Zehmetiyên muhîm ji holê hatin rakirin. Di navbera me de cudahîyên fikrî hene. Me terefan anî bal hev. Di warinan de me mutaqabatinan xweş kirin. Ji ber wê yekê sibe û roja piştî wê jî ew ê pîspor li Tahranê bên hev."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir