• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Hafiza dewletê ji wan belgeyên ku ji terefmemûrên endamên FETO ve hatine nivîsîn pêk tê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo beşdarî civîna Lijneya Îdareya Giştî ya Partiya xwe bibe hat Wanê. Yapiciogluyê ku li Wanê bi temsîlkarên STKyan re hat bal hev derheqê mijarên rojevê de nirxandinan kir.

"Hafiza dewletê ji wan belgeyên ku ji teref  memûrên endamên FETO ve hatine nivîsîn pêk tê"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir heyamekê ji wan xortên ku diçûn camiyê re muameleya terorîstan dikirin  û di vê projeyê de yên ku vê yekê dikirin endamên darazê û ew polêsên ku endamên FETO bûn. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Malûmê we ye, di 28ê Sibatê de şert hatibû dayîn ji bo ku mirov karibe biçe qursên Qur'anê divê dibistana destpêkê xelas bike û emrê wê/î ji 12 salî ne biçûktir be. Ew neslên me yên nû divê miheqqeq li gor bawerî û manewiyata me bên perwerdekirin. Naxwe ew ê dahatû ji bo me tarî bibe. Heyamekê ji wan xortên ku diçûn camiyê re muameleya terorîstan dikirin. Ji wan kesên di camiyan de tenê dersa Qur'an û Siyerê dan re muameleya terorîstan hat kirin. Ev zarok bi gefan ji camiyan hatin dûrkirin. Di vê projeyê de yên ku vê yekê dikirin endamên darazê û ew polêsên ku endamên FETO bûn. Hêj hafiza dewletê ji wan belgeyên ku ji teref  memûrên endamên FETO ve hatine nivîsîn pêk tê. Divê hafiza dewletê muheqqeq ji van belgeyan bê paqijkirin."(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir