• DOLAR 32.373
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2322.24
  • ...
 "Me hêvî dikir ku zilm kêm bibe lê zêdetir bû ku ev yek jî me xemgîn û mehzûntir kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanî Mehmet Emîn Alpsoyê ku 70 salî ye ev bû 17 sal ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Alpsoyê ku ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin wan rojên borî ji ber nexweşiya fitiqê hatibû rakirin xestê û hatibû ameliyatkirin. Malbata Alpsoyê ku ji ameliyatê derketibû xwestibû ku wî bibînin û ji bo vê yekê serîlêdana fermî kirbûn. Lê digel serîlêdanê nehiştibûn ku malbata wî Alpsoyî bibîne.

Her wiha weke dê bê bîran Şeyhmus Alpsoyê ku lawê Mehmet Emîn Alpsoyî ye jî  ji ber êşa qanserê destên wî kelepçekirî hatibû birin nexweşxanê ku ev yek jî di raya giştî de bûbû sedema bertekên tund.


Abdurrahman Alsoyê ku lawê mehkûmê nexweş Mehmet Emîn Alpsoyî ye derheqê rewşa bavê xwe de diyar kir "Me hêvî dikir ku zilm kêm bibe lê zêdetir bû ku ev yek jî me xemgîn û mehzûntir kir ku ev yek temamê hêviyên me ji rastê rakir."

Law Abduurrahman di berdewama axavtina xwe de diyar kir bavê û birayê bavê wî ev çendîn sal e ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tên girtin û bi bavê wî Mehmet Emîn Alpsoyî re gelek nexweşî hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi bavê min re nexweşiyên mîna hepatît  û parkînsonê heye, pişta wî têşî û wê rojê jî fitiq pê re peyda bû. Bavê min piştî ku ji ameliyata fitiqê hat derxistin re hêj baş nebûbû ku wî zûbizû birin girtîgehê."

Alpsoy di dawiya axavtina xwe de diyar kir  em dewreke wisa de dijîn ku tê de ew kesên ku naskiriyên wan û pereyên wan hebin bi rihetî tên serbestberdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me hêvî dikir ku zilm kêm bibe lê zêdetir bû ku ev yek jî me xemgîn û mehzûntir kir û hêviyên me tev ji rastê rabûn. Bi dehan ferdên malbatê ji biçûkên wan hetanî mezinên wan ji wan kesên ku vê zilmê dikin re nifiran dikin. Ew ê kesên mesûl nikaribin xwe ji nifirên neviyên van mezlûman xelas bikin.  Em  wan disperin Xwedê."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir