Li Behra Spî îsal 2 hezar û 397 penaber jiyana xwe ji dest dan
Ji serê sala 2017an vir ve li Behra Spî tev de 2 hezar û 397 penaberjiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî derheqê mirinên penaberan ên di behran de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji teref Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ve li Cenewreyê hatiye dayîn derheqê penaberên ku îsal di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane de agahî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji serê sala 2017an vir ve heta niha 2 hezar û 397 penaber di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat ragihandin 45 penaber jî di Behra Egeyê de jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)