"Referandûma serxwebûnê heqeke meşrû ya xelkê Kurd e"
Midûrê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Raperîna Kurdistana IraqêDr. Îbrahîm Abdurrahman diyar kir referandûma serxwebûnê heqeke meşrû ya xelkê Kurd e.
Ew ê li Kurdistana Iraqê ji bo ber bi dewletbûnê ve gava ewil dê di 25ê Îlonê de bi referandûma xweseriyê ya ku dê bê kirin bê avêtin. Midûrê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Raperîna Kurdistana Iraqê Dr. Îbrahîm Abdurrahman derheqê referandûmê de û derheqê tişîtên ku tên hêvîkirin de hest û nêrînên xwe ji ÎLKHAyê re vegot.
Dr. Îbrahîmê ku diyar kir çawa ku referandûma serxwebûnê ji her milletekî re heqê meşrû be bi heman awayî ji bona Kurdan jî heqeke meşrû ye û divê ji vê yekê re astengî neyên derxistin.
"Referandûm îro nebe sibe, sibe nebe du sibe, du sibe jî nebe miheqqeq dê salek şûn de bê kirin"
Îbrahîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurdistan ji bo referandûmê musaîd e û hikûmeta heremî ev 25 sal e ku hewla dewletbûnê didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew ê referandûm muheqqeq bê kirin. Îro nebe sibe, sibe nebe du sibe, du sibe jî nebe miheqqeq dê salek şûn de bê kirin. Lewra em temamê dinyayê dinêrin gelek dewletên ku ji aliyê erdnigariyê ve ji me biçûktir û nifûsa wan ji ya me hindiktir hene. Lê dîsa berî vê çendîn salan bûne dewlet. Çima em jî wek wan nebin xweser."
"Kurd xweseriyê dixwazin"
Dr. Îbrahîm got digel ku gelek mişkîleyan gelek zêde dijminên Herema Kurdistanê hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di vê xalê de divê temamê Kurdan li ser mijara referandûmê de bibin xwesiyê qenaetekî. Lewra xweserî heqê meşrû yên Kurdan e. Di warê xwesriyê de ji aliyê teorîk ve îxtîlafeke me heye. Ev îxtîlaf di temamê Kurdistanê de heye. Temamê Kurdan gelek zêde dixwazin ku dewlet bê damizrandin lê ji hêla sepandinê ve xwediyê fikarê ne. Li kû dera dinyayê dibe bila bibe ez nafikirim ku Kurdek dijberê xweseriyê be. Lê weke ku min got di warê sepanê de hinek fikar hene. Ger kesên ku fikra wan ne li aliyê xweserbûnê ye bila heta 25ê Îlonê rûnin û biaxivin. Lewra em bawer dikin ku ew ê îxtîlaf dê bi gotûbêjê bên çareserkirin."
"Divê em di konferans û civînan de werin bal hev û îxtîlafên di nav xwe de çareser bikin"
Dr. Îbrahîm got ku meseleya referandûma xweserbûnê hewadîseke mezin e û ji bo Kurdan girîng . Îbrahîm dû re wiha got: " Di vê pêvajoya girîng de ez di serî de bang li STK û partiyên siyasî û her wiha li rîspiyan dikim; divê em di konferans û civînan de werin bal hev û îxtîlafên di nav xwe de çareser bikin. Bi vî awayî divê em di encama îttîfaqekê de bi dengekî gurr û jidayî referandûma xwe bikin. Niha encama referandûmê texmînkirin zehmet e."(ÎLKHA)