• DOLAR 32.314
  • EURO 35.074
  • ALTIN 2277.446
  • ...
SON DAKİKA
 "Tirkiye 'Hareketa Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat' daxilî lîsteya terorê kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ziyareta ku ji teref Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve li Çînê hat kirin re Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî di daxuyaniya hevpar a ku da de destnîşan kir ew û Tirkiye li ser pêşvebirina çend mijaran de li hev kirine û wiha got: "Tirkiye 'Hareketa Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat' daxilî lîsteya terorê kir. Çîn vê helwesta Tirkiyê teqdîr dike."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir  Tirkiye ji wan welatan e ku desteka herî mezin didin Çîna Tenê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em ewlehiya Çînê wek ewlehiya xwe dibînin. Em him li heremê û him jî welatê xwe destûr nadin tû fealiyetên ku li dijî Çînê bin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir