• DOLAR 32.37
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2325.441
  • ...
Îşxalkerên siyonîst li Êlihê hatin telînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ew teror û zilma ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Qudsê tê sepandin ji teref Serokatiya Bajêra Êlihê yê HUDA PARê ve bi daxuyaniya çapemeniyê hat telînkirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniya çapmeniyê bûn. Girseya ku li Qada Komarê kom bû bênavber dirûşmayên mîna ' Ji Êlihê ji Eqsayê re hezar silav', ' Mislimana raneze li qibleya xwe ewil xwedî derkeve' hatin avêtin û pankar û afîşên ku li ser wan nivîsên mîna 'Ji bo zaliman bijî cehennem', 'Îsraîlê qatil ji Filistînê biqewite' dihat nivîsandin hatin vekirin.

Metna daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi dirûşmeya 'Ji Bo Qudsê Rê Vekiriye' hat tertîpkirin ji teref Serokê Şaxê Ciwanan ê Êlihê yê HUDA PARê M. Enes Îmîr ve hat xwendin.

Serokê Şaxê Ciwanan ê Êlihê yê HUDA PARê M. Enes Îmîr diyar kir terorîstên siyonîst ji 14ê Tîrmehê vir ve Mescîda Eqsayê bi rojan ji îbadetê re digre û ku ev yek jî bêperwatiya wî nîşan dide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Ew Filistîniyên ku astengkirinên siyonîstan protesti kirin ji teref îşxalkerên nemerd ve hatin şehîdkirin û bi dehan kes jî hatin birîndarkirin û bi sedan kes jî hatin girtin."

Îmîr di berdewama axavtina xwe diyar kir azadiya Qudsê azadiya ummetê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Divê em ji azadiya Quds û Mescîda Eqsayê gelek zêde hewil bidin."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir