NûnerênPDK-Syê HUDA PARê ziyaret kirin
Lijneya nûnerên Partiya Demokrat a Kurdî ya li SûriyêSerokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.
Heyeta ku di nav de Berdevkê PDK-S Muslum Muhammed, Dr. Huseyîn, Mamoste Muhammed Salih û Muhammed Abo hebû Serokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.
Lijneya PDK-S ji teref Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Loqman Yalçin ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de meseleya Sûriyê û referandûma ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê hat kirin de gotûbêj hat kirin û Yalçinê Serokê Rihayê yê HUDA PARê ji lijneyê re teşekur kir.
"Em wek HUDA PARê destekê didin temamê heqên Îslamî û însanî"
Yalçin derheqê hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de meseleya Sûriyê û referandûma ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê bê kirin de gotûbêj hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber ziyareta ku hatiye kirin em kêfxweş û memnun in. Me di hevdîtinê de nêrîna partiya xwe ya derheqê referandûma ku dê di 25 îlonê de li Kurdistana Iraqê bê kirin de ji wan re eşkere kir. Ji roja ku qala referandûma li Kurdistana Iraqê tê kirin vir ve helwesta me eşkere ye û em derheqê vê yekê vê dibêjin: Em wek HUDA PARê destekê didin temamê telebên Îslamî û însanî. Helwest û nêrîna partiya me ev e. Ew qerara ku dê di 25ê Îlonê de ji Kurdistana Iraqê derkeve heqeke Îslamî û însanî ye. Ji ber vê yekê divê hemû kes li hember wê qerara erênî û neyînî ya ku dê derkeve bi rûmet û rêzdar be. Ez hêvî dikin referandûma ku dê bê kirin de xesseten ji bo gelê Kurdistanê û bi giştî ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran."
Heyeta ku di nav de Berdevkê PDK-S Muslum Muhammed derbarê ziyareta ku kirin de diyar kir ew qedr û qiymetê didin nêrînên HUDA PARê û ew ji ber vê yekê xwestinê bi wan bişewirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Bila temamê birayên me yên Faris, Ereb û Tirk vê referandûmê qebûl bikin."(ÎLKHA)