• DOLAR 32.563
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2434.924
  • ...
Doza Baregeha Akinci dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Doza Baregaha Akinciyê  ya ku wek navenda teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê tê diyarkirin  li Mehkemeya Cezaya Giran a 4emîn dest pê kir. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di doza ku îro  tê dîtin de tev de 486 kes wek bersûc tên darizandin. Bersûcê sereke yê fîrarî yê dozê Fethullah Gulen e.

Her wiha di nav kesên ku tên darizandin de kesên bi navê Adil Oksuzê fîrarî û Kemal Batmaz, Nurettîn Oruç, Hakan Çîçek, Harun Bînîş û Akin Ozturk jî heye.

Di dema ku bersûc hatin anîn mehkemê welatiyên ku li ber adliyê bûn sirûşme û sloganên îdamê avêtyin û hinek ji wan benê îdamê avêtin wan. Her wiha hinek welatî jî kinc û cilên zer bi xwe re anîbûn û dovîz vekiribûn da ku cilên yekrenk li wan bê kirin.

Şikdarên sereke Fethullah Gulen û Akin Ozturk

Di îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin  şikdarê sereke Fethullah Gulen e û Akin Ozturk jî di yekemîn kesê di baskê eskeriyê ya di darbeyê de ye.

Li gor îddîanameya ku ji 4 hezar û 658 rûpel û 570 klasoran pêk tê tev de 481 kes di doza ku hatiye vekirin de tên darizandin.

Her wiha Serokomar Erdogan, Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag wek wesfê mexdûr û muştekî di îddîanamê de cî girtine.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir