• DOLAR 32.32
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2308.788
  • ...
Doza Baregeha Akinci dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Doza Baregaha Akinciyê  ya ku wek navenda teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê tê diyarkirin  îro dê li Mehkemeya Cezaya Giran a 4emîn dest pê bike. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di doza ku dê îro bê dîtin de tev de 486 kes wek bersûc tên darizandin. Bersûcê sereke yê fîrarî yê dozê Fethullah Gulen e.

Her wiha di nav kesên ku tên darizandin de kesên bi navê Adil Oksuzê fîrarî û Kemal Batmaz, Nurettîn Oruç, Hakan Çîêek, Harun Bînîş û Akin Ozturk jî heye.

Şikdarên sereke Fethullah Gulen û Akin Ozturk

Di îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin  şikdarê sereke Fethullah Gulen e û Akin Ozturk jî di yekemîn kesê di baskê eskeriyê ya di darbeyê de ye.

Li gor îddîanameya ku ji 4 hezar û 658 rûpel û 570 klasoran pêk tê tev de 481 kes di doza ku hatiye vekirin de tên darizandin.

Her wiha Serokomar Erdogan, Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag wek wesfê mexdûr û muştekî di îddîanamê de cî girtine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir