• DOLAR 32.557
  • EURO 34.921
  • ALTIN 2427.115
  • ...
Zilamê ku serê wî bi mozên keran re ketiye belayê bi tifingê nobedê digre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Leppênaya Heskîfa Êlihê gundiyek piştî ku ji dewletê destek stand re li gund kovarên mêşan danî û hewil da hingiv bihilberîne. Hilberînêr piştî ku dest bi xwedîkirina mêşan kir serê wî bi  çûk û mozê keran re ket belayê.

Hilberînê bi navê Huseyîn Şahîn derheqê mijarê de diyar kir serê wî bi mozên keran re ketiye belayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Min nêzî 4 hezar TL pere da hev û ji dewletê destek stand. Digel pere û destekê min ji xwe re mêş standin. Min gelek mesref li wan kir. Ji ber ku bihar baş derbas bû em hingivekî baş hêvî dikin. Mêşên min xweşik in, hemd ji Xweda re hingivên wan jî heye. Me dest bi vî kar û em hêvî dikin randimeke baş jê bigrin. Mozên sor ên ku jê re mozên keran tê gotin hene. Mêşên min dixwin. Her wiha cûreeke çûkan heye ku ew jî mêşên min dixwin. Ji ber vê yekê ez bi şev û rojan nobedê digrim. Min bi tifingê berda mozekî keran. Ez  rojê 15-20 fîşekan diteqenim. Min çareyek ji wan re nedî, bila rayedar ji mozên keran re çareyekê bibînin."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir