• DOLAR 32.565
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2427.263
  • ...
Platforma Nesla Qur'anê bernameya nimêjê eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî niha ji teref Platforma Nesla Qur'anê  meha tîrmehê wek meha nimêjê hatibû îlankirin. Di çarçoveya vê meha nimêjê ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve ji bo zarokên ku temena wan di navbera 6-10 salan de ye bernameya bi navê  'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' tê tertîpkirin.

Bernameya nimêjê ji teref Koordînatorên Platforma Nesla Qur'anê Mehmet Emîn Sutçu û Kenan Çaplik ve hat daxuyandin.

Koordînator Kenan Çaplik di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir piştî  îmanê emrê ewil nimêj e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Nimêj beyannameya evdîtiyê ye. Di dewreke ku tê de gelek fitne hene de terkkirina îbadeteke wisa  sedema rewşa ku alema Îslamê niha di nav de ye.  Lewra terkkirina nimêjê ji Xwedê dûrketine. Ji Xwedê dûrketin jî  dibe sedema li rasta hatine hemû cûr bela û musîbetan e. Pêxemberê me dibêje 'Nimêj stûna dîn e.' Ev hişyariya derheqê nimêjê de ehemiyata xwe îro di wextên me de nîşan daye. Em tev de dibînin ku civakên bênimêj  çawa li rasta qeyranên manewî û maddî tên. Em di çarçoveya vê baweriyê de wek Platforma Nesla Qur'anê  dibêjin ku bi heqqê wê nimêjkirin çavkaniya enerjiyê ye."

Çaplik di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ji ber vê yekê ji bo zarokên ku temena wan di navbera 6-10an de ji bo 15 rojan bi dirûşmeya 'Heyat Bi Nimêjê Xweş e'  bernameya nimêjê tertîp bikin. Çaplik dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em ê di vê çarçoveyê de di temamê bernameyên li bajêr, navçe û cihên din de qala nimêjê bikin da ku ev şiûra nimêjê di nav civakê de bi cî bibe. Em bi vê wesîlê ji xelkê xwe dixwazin beşdarî bernameyan bibin û zarokên xwe bişînin van bernameyên perwerdehiyê. Xeyret ji me tevfîk ji Xwedê e."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir