• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Şaxê Ciwanan a HUDA PARê ew ê ji bo "Qudsê" pedalan bizîvirîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokatiya Giştî ya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê  ji bo balan bikşînin li ser terora ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Qudsê tên kirin ew ê li 11 bajêran bi dirûşmaya 'Ji bo Qudsê Rê Vekiriye' tûra duçerxê  tertîp bike.

"Em ewladên Selahaddîn Eyyûbî ne û em ala wî nadin erdê"

Serokê Şaxê Ciwanan ê HUDA PARê Îlyas Kaya  li Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaya di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de qala zilm, tehdayî û terora ku li Qudsê ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin kir û dû re wiha destnîşan kir: " Em ewladên Selahaddîn Eyyûbî ne û em ala wî nadin erdê. Temamê teşkîlatên me yên şaxa ciwanan ji bo Qudsê seferber bûbe. Ji ber vê yekê li gelek bajêran, di dîrokên cuda de dê bi dirûşmaya 'Ji Bo Qudsê Rê Vekiriye' tûra duçerxê  tertîp bikin. Em bi vê yekê dixwazin di nav xelkê Mislimanan de yekîtî û digelheviyê saz bikin û şiûra xwedîderketina qibleya me ewil Mescîda Eqsayê bidin  Mislimanan. Ji ber vê yekê  em temamê birayên xwe vedixwînin vê bernamê û yên piştî vê."

Kaya dîrokên bernameyên tûra duçerxê yên ku dê bên tertîpkirin wisa eşkere kir:

31ê Tîrmeh/Diyarbekir

1ê Tebax/Êlih, Çewlîg

2ê Tebax/Sêrt

4ê Tebax/Xarpêt

5ê Tebax/Malatya

6ê Tebax/Riha

7ê Tebax/Entabê

8ê Tebax/Mêrsîn

9ê Tebax/Konya

13ê Tebax/Stanbul     (ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir