Li Hindistanê birûsk ket: 11 mirî
Li eyaletê Orîssaya ku li rojhilata Hindistanê ye birûsk ket, di encama ketina birûskê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku ji teref rayedarên eyaletê ve hatiye dayîn de di birûskên ku li heremên cuda yên Orîssayê ketin de tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin exlebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane karkerên ku di zeviyên çeltûkê de dixebitin e. Her wiha hat ragihandin li eyaletên bi navê Gujaratî Rajasthan , Assam, Uttar Pradeş û li eyaletên din bi deh hezaran kes tehliyeyî heremên bi ewlehî hatine kirin.(ÎLKHA)