• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Yenîkapiyê 'Mîtînga Mezin a Qudsê' hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiya Stenbolê bi beşdarbûna  partiyên siyasî û saziyên civakî yên siwîl 'Mîtînga Mezin a Stenbolê' hat tertîpkirin. Di mîtînga ku hat tertîpkirin de hat destîşankirin çeteyên terorê yên siyonîst encax ji hêz û qewetê fêm dikin.

Di bernamê de axavtina destpêkê ji teref Serokê Bajêra Stenbolê yê Partiya Saadetê Bîrol Aydin ve hat kirin. Piştî çend axavtinên kesên ku ji rayedarên Saadetê bûn  re  Serokê  Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir.

"Heta ku îsraîl ji wan derên ku îşxal kiriye dernekeve pêwendyên xwe pê re bibirin"

Serokê  Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu derbarê mijarê de diyar kir ku Quds doza hevpar a me hemûyan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ez bang li temamê birêvebirên welatên Îslamî dikim. Ne tenê Mescîda Eqsa, heta ku îsraîl ji wan derên ku îşxal kiriye dernekeve pêwendyên xwe pê re bibirin.  Hewil bidin da ku hûn li ba mezlûman cî bigrin û bibin tecelliyê heqiyê. Vê zanibin ku îsraîl tenê ji hêz û qewetê fêm dike. Em gavên nû bavêjin. Hûn ê hingî bibînin Xweda çawa alîkarî dike."

Şefê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Heniyyeyê ku bi riya telekonferansê beşdarî mîtîngê bû diyar kir Xweda ji wan re zaferê bexş kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev der ên me ne. Xweda heta qiyametê daye me. Em bi izna Xwedê li ber xwe da û me planên wan ên xirap xera kir. Ew dedektor, kamera û sînordarkirina temenê hat betalkirin. Ez dixwazim vê mizginiyê bidim we."

Heniyye herî dawî li ser navê HAMAS, Quds, Filistîn û malbatên şehîdan ji Mislimanên ku beşdarî mîtîngê bûne re teşekur kir.

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir