"Hemû kes dikare nîkaha xwe ya resmî bi kesê ku ew dixwaze bide kirin"
Wezîrê berê yê edalatê Bekîr Bozdag derheqê wê rayeya kirina nîkahê ya miftîtiyan de nirxandinan kir û got: "Hemû kes dikare nîkaha xwe ya resmî bi kesê ku ew dixwaze bide kirin."
Wezîrê berê yê edaletê Bekîr Bozdag li ser hisaba xwe fermî ya twîtterê derheqê wê rayeya kirina nîkahê ya miftîtiyan de daxuyanî da. Bozdag di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir: " Di çarçoveya şert û mercên yasayî de hemû kes dikare nîkaha xwe ya resmî bi kesê ku ew dixwaze bide kirin."(ÎLKHA)