• DOLAR 32.525
  • EURO 34.746
  • ALTIN 2487.904
  • ...
SON DAKİKA
 "Mufredata nû ya MEBê divê li gor nirxên xelkê be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qasim Akgonulê Arîkarê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Egîtîm-Bîr-Senê  derheqê mufredata nû ya ku heftiya borî ji teref Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz ve hat eşkerekirin nirxand. Akgonul derbarê mijarê de diyar kir divê mufredata nû bi temametî li gor nirxên xelkê be.

"Bila temamê nirxên çandî, civakî û nirxên manewî yên vî welatî di mufredatê de cihê xwe bigrin"

Akgonul di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ew dixwazin di mufredatê ji nirxên civakî û çandî yên xelkê re cî bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di wê mufredata 2017-2018an de em dixwazin nirxên xelkê bi şikleke çalak cihê xwe bigrin. Xelk teleba xwe ji me re radigîne û dibêje bila temamê nirxên çandî, civakî û nirxên manewî yên vî welatî di mufredatê de cihê xwe bigrin."

 "Divê nirxên xelkê Misliman di mufredatê hebin ku ev yek heqeke herî xwezayî ye"

Akgonul di dawiya axavtina xwe diyar kir ji ber ku ev mufredat destpêk e ew ehemiyetê didinê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Digel ku li ser mufredata mewcûd guhertin hatibin kirin jî tê dîtin ev guhartin ne bes in. Ji ber ku ev mufredat destpêk e em ehemiyetê didinê. Nexasim ew perwerdehiya nirxan hat têxistin nava mufredatê ku ev yek girîng e. Lewra divê nirxên xelkê Misliman di mufredatê hebin ku ev yek heqeke herî xwezayî ye."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir