• DOLAR 32.598
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2509.042
  • ...
Patoza nokan dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Qirqata Gercewsê cotkar nokên ku îsal çandin çinîn. Piştî ku demekê nok li ser benderê man re cotkar niha dest bi patoza nokan kirin. Cotkarên ku diyar kirin biharê baraneke gelek xweş bariyaye û ji ber vê yekê ew ji mahsûla îsal kêfxweş û razî ne.

Cotkarên ku berî vê mehekê palehiya nokan kirin û nokên xwe wek melû di nav erdên xwe de danîn, piştî ku nok baş ziwa û hişk bûn re êdî dest bi patoza wan kirin. Digel patoza nokan gundî nokan û kaya wan ji hev cûda dikin.

Piştî ku ka û nok ji hev tên cudakirin nok di dikanan de tên firotin û ka jî ji bo heywanan tê depokirin.

Ji gundiyan kesê bi navê Bîlal Beyazê ku cotkariyê dike derheqê mijarê de destnîşan kir ew ji çandina îsala mehsûleke baş wergirtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em nokan diçînin  û digiroşin. Hemd ji Xweda re ku em kareke baş ji nokan dikin. Paleyiyên wan nokên ku me di demsala baharê de çandibû berî vê mehekê kir. Niha jî em patoza nokan dikin. Hemd ji Xweda re kara me baş e. Piştî patozê em nokan li Êlihê difiroşin. Sala borî kîloya wê 4 TL bû û dê îsal bibe 6 TL. Hemd ji Xweda re mehsûla me li gor sala borî baştir e."

Erman Altunê ku diyar kir ew patoza nahkan dikin destnîşan kir ew vê yekê ji bo karibin debara mala xwe bikin dikin. Dû re wiha got: "Bi patozê em ka û nokan ji hev cuda dikin. Em nokan difiroşin û kaya wê jî didin heywanên xwe."(ÎLKHA)



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir