• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Tewekula dapîra ku ev 50 sal e bi milekî dijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dapîra Rabîa Kavaka ku eslê xwe Mêrdînî ye, lê li Gercewsa Êlihê ji dayik bûye  dema ku zewicî bû û 2 zarokên wê hebû wextê ku di nav zeviyan de wek karkerên demsalî dixebitî bi nexweşiyekê ket û destê wê werimî.  Dapîra Rabîa ji ber nexweşiya xwe çû doxtor. Doxtoran jê re gotin ku divê milê te bê jêkirin. Lê Dapîra Rabîa vê teleba doxtoran qebûl nekir. Piştî ku hinek wext ji ser nexweşiya wê re derbas bû re milê wê bû kangren û milê wê li Ispartayê jê kirin.

"Xweda çi dabe ser ser û çavên min"

Dapîra Rabîa derheqê jiyana xwe ya bi zehmet de diyar kir ew berî vê 30 salan digel lawê xwe ji Mêrdînî koçî Edenê kiriye û ev 20 sal e ku ew li Entabê li ba lawê xwe dimîne. Dapîra Rabîa ya ku 85 salî ye û zarokên wê hene her wiha diyar kir ew tû car ji ber rewşa xwe pişta xwe nedaye jiyanê û her tim ji Xweda re şikir kiriye û  dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber ku mileke min heye ez ne xemgîn  û mehzûn im. Ev teqdîra Xweda ye, gelo ez ê çima xemgîn û mehzûn bibim? Xweda çi dabe ser ser û çavên min."

"Ji ber ku tedawiya wê tunebû milê min jê kirin"

Dapîra Rabîa di berdewama axavtina de wisa qala jêkirina milê xwe kir: " Ez ji bo xebatê çûm Serê Kaniyê. Nêzî 3 salan li wê derê mam. Dema ku e dixebitîm destê min  werimî. Ez jî ji ber vê yekê berê xwe da Mêrdînê û çûm doxtor. Ji min re got ku 'ger tu qebûl dikî ez ê birîna te jê bikim.' Lê min vê yekê qebûl nekir û ez ji bo tedawiyê çûm Diyarbekirê. Doxtorê li Diyarbekirê got dermana nexweşiya te tune ye, lewra êşa te qenser e.  Ji min re got divê em milê te jê bikin.Min jî jê re got ku du lawên min hene û min destûra jêkirinê nedayê.  Min jê re got ku ez ê heta dawiya emrê xwe digel vê rewşa xwe li zarokên xwe binêrim. Dû re ez, dê û şexsekî din ji gundê me, em tev de çûn Ispartayê. Doxtorê li wê derê ji min re got êşa di milê te de qeser e û divê tu ameliyat bibe. Ji min re du tişt gotin. Gotin ya ew ê tu ameliya bibe yan jî ew ê milê re bê jêkirin. Ji ber ku tedawiya wê tunebû milê min jê kirin. Dema ku mçilê min jê kirin lawê min biçûk yek salî bû."

"Ez ji heyata xwe qet ne gilîdar im"

Dapîra Rabîa ya ku diyar kir ew ev 50 sal e bi milekê dijî wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Min qet hêviya xwe winda nekir. Bi milekî xwe di înşaatan de xebitîm. Min ameletî kir û min xaniyeke bi 400 metro çarçik çêkir. Digel ku zarokê min hebû min di înşaata mala xwe de xebitîm. Piştî ku mala min xelas bû min 3 daireyên wê da bi kirê. Ez ji heyata xwe qet ne gilîdar im. Ez li dijî temamê wan zehmetî û problemên ku derdiekvim  hemberî min tewekkulî Xweda dikim."

"Ez ji tiştên ji Rebbê min tên razî me"

Dapîra Rabîa diyar kir ji ber ku ew bi milekê maye ew qet ne mehzûn e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber ku mileke min heye ez ne xemgîn  û mehzûn im. Ev teqdîra Xweda ye, gelo ez ê çima xemgîn û mehzûn bibim? Xweda çi dabe ser ser û çavên min. Ez ji jiyana xwe ne gilîdar im. Niha êş di piyên min de heye. Lê dîsa jî ez gazinan nakim. Ez ji Rebbê xwe şifayê teleb dikim û her tim dia dikim. Ez ji tiştên ji Rebbê min tên razî me. Bes bila Xweda jî ji min razî be û emrekî bi hizûr û sihhet bide."

"Ser ser û çavên min cihên wan tiştên ji Xwedê tên hene"

Dapîra Rabîa di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew tiştên ku hatine serê wê bio taqdîra Xweda ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Xweda me şand vê dinyayê. Dîsa kesê ku me ji vê dinyayê bistîne ew ê . Qeza, bela û nexweşî bi emrê wî çêdibin. Ser ser û çavên min cihên wan tiştên ji Xwedê tên hene. Ez gazinan nakim. Ez ji Rebbê xwe re tewekul dikim. Ez ji tiştên ji Rebbê min tên razî me. Bes bila Xweda jî ji min razî be û emrekî bi hizûr û sihhet bide."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir