• DOLAR 32.596
  • EURO 34.703
  • ALTIN 2521.476
  • ...
 "Divê ew mehra ku mela dibire ya esil û meşrû bê qebûlkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di warê kirina nîkahê de xebat tên kirin da ku  hinek guhartin bên kirin. Bi guhartinên ku dê bên kirin  dê miftîyên bajêr û navçeyan karibin nîkaha jin û mêran çêbikin. Piştî vê guherîna ku dê bê kirin,  Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk û  Endamê Lijneya  Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Mela Evdilqudus Yalçin yên ku ji wê rayeya kirina nîkaha fermî ya miftîtiyên bajêr û navçeyan re destek dan derheqê mijarê de diyar kirin divê ew nîkaha ku mela kiriye ya esil û meşrû bê qebûlkirin.

"Li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e"

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk di nirxandina ku derheqê mijarê kir de diyar kir li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di pergela laîktiyê de nîkaha mela ne meşrû ye. Nîkaha ku ji teref şaredarî û îdareya nifûsê ve tê kirin wek ya meşrû tê hesibandin. Ger ev nîkaha ku wek meşrû tê hesibandin tunebe; zarokên ku dê çêbibin dê xeyrî meşrû bin. Qanûn wisa dibêje ku ev yek jî zehmetiyê dide. Di ya rastiyê de kir li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e. Ji roja ewil ve zilm tê kirin. Digel ku xelkê Misliman bi şiûr dibe ev mafên Îslamî hêdî hêdî tên bidestxistin. Dema ku hewil didin van heqan qezenc bikin li rasta dîwareke mîna laîktiyê tên û nikarin derbasî wî rexê dîwêr bibin."

 "Sepaneke derengmayî ye"

Endamê Lijneya  Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Mela Evdulqudus Yalçin jî derbarê mijarê de diyar kir  ev dayîna rayeyê sepaneke derengmayî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di her karî de kesên ku ehlên wî karî ne hene. Dema ku em wek Misliman difikirin  ew rayeya kirina nîkahê ya ku ji şaredariyê re hatiye dayîn gelek ecêb e.  Divê ev rayeya kirina nîkahê ji mela, miftî û alimên Îslamê re bê dayîn. Divê demildest ev qanûn bê derxistin."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir