Li Sakaryayê 120 karker bi jehrê ketin
Li Sakaryayê 120 karkerên ku piştî firavîna nîvro şêranî xwarin bi şipheya bi jehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê.
Hat îddîakirin li Sakaryayê 120 karkerên ku piştî firavîna nîvro şêranî xwarin bi jehrê ketin. Karkerên ku nîşaneya bi jehrêketinê bi wan re hebûn hinek ji wan li gor îmkanan xwe û hinek jî bi ambûlansan çûn nexweşxanê.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Sakaryayê 120 karkerên ku di fabrîkayekê de dixebitîn piştî firavîna nîvro şêranî xwarin. Karkerên ku şêranî xwarin piştî çend seatan bi jehrê ketin. Karkerên ku nîşaneya bi jehrêketinê bi wan re hebûn hinek ji wan li gor îmkanan xwe û hinek jî bi ambûlansan çûn nexweşxanê.
Ji teref yekîneyên cendirmeyan û Midûrtiya Bajêr a Zireatê ve derheqê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)