• DOLAR 32.583
  • EURO 34.999
  • ALTIN 2421.797
  • ...
Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de  kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li Entabê.

Qeza di wextên şeveqê de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeje Mereş-Entabê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  otobusa rêwiyan a bi plaqeya 21 BH 963 a ku ajokarê wê Mehmet Oral(44) bû  di wextên şeveqê de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeje Mereş-Entabê ji paş ve li TIRê qelibî.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn îtfaye û ambûlans sewqî cihê qezayê hatin rakirin. Di qezaya ku pêk hat de  muavînê otobusê Sileyman Dorudemîrê 25 salî jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa 3 kesên birîndar giran e.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir