• DOLAR 32.565
  • EURO 35.02
  • ALTIN 2423.292
  • ...
Barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê hatin rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn siyonîst îsraîl ev bû demek dirêj ku li Mescîda Eqsayê her cûr zilmê li Mislimanan kir, kirina îbadetê ji bo wan qedexekirin û li hewşa mizgeftê Mislimanên Filistînî şehîd kir. Di ser van temamê tehdayî û zilman de siyonîstên terorîst dedektor danîn li ber têketina Mescîda Eqsayê û bi barîkatan dora Mescîda Eqsayê dorpêç kirin.

Ji ber van tehdayî û zilman xelkê Filistînî li dora Mescîda Eqsayê xwepêşan li dar dixistin. Siyonîstên terorîst ên ku bertekên tund ji wan re hat nîşandan piştî dedektoran vêcar jî barîkatên hesinî yên li derdora Mescîda Eqsayê rakirin. Ji ber ku barîkat hatin rakirin Filistînî pir kêfxweş bûn û bênavber tekbîran anîn.

Melayê Mescîda Eqsayê Şêx Omer El-Kîsvanî derbarê mijarê de diyar kir ' Em ê nimêja şeveqê li Mescîda Eqsayê nekin. Ji bo em fêm bikin ka çi tişt diqewimin em ê li benda raporta komiteya eleqedar bin."

Miftiyê Qudsê Şêx Muhammed Huseyîn jî derbarê mijarê de  bang li kesên li derdora Mescîda Eqsayê kir û ji wan xwest ku bila tu kes di mijara têketina Mescîda Eqsayê de ecele neke û bila hemû kes li benda rapora komîteyê bin.(ÎLKHA)

 

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir