• DOLAR 32.478
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2434.67
  • ...
"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di wextên şeveqê de li Diyarbekirê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de Rojhat Dogruyê ku Kameramanê NRT TVyê ye  hat binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Rojhat Dogru niha li ewlehiyê ye û hêj jêpirsîna wî berdewam dike.

Rojhat Dogruyê ku di vîdyoyên ku di wan êrîşên ku di 6-7ê Cotmehê de  hatine kişandin de  tê xuyakirin û li gor agahiyên ku şahidan dane li cem PKK/HDPyiyan cî girtiye û  di nav komên rûnixûmandî û çekdar de çûye û hatiye, îro di wextên şeveqê de di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de hat binçavkirin.

Rojhat Dogruyê ku  di wan êrîşên ku tê de Yasîn Boru û hevalên wî yên ku goştê qurbanan belav dikirin hatin şehîdkirin de wek nûçegihanê Gelê Kurdistanê di nav PKK/HDPyiyan de hat dîtin, piştî ku salek ji ser êrîşan re derbas bû re  di organîzasyona ku ji teref Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Başûr ve bi beşdarbûna Waliyê Diyarbekirê, serokê şaredariyê, dozgerê komarê û midûrê ewlehiyê hat tertîpkirin de bi xelata 'Rojnamegerê Serkeftî yê Salê' hat xelatkirin ku ev xelatkirin di nezdê raya giştî de bû sedemên tund û bi rojan li ser vê meselê hatibû axavtin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir